Ji bo 3 hezar û 35 kesan efûya taybet hat derxistin
19 nîsan 2023 21:30
PeyamaKurd – Li Iraqê beriya Cejna Remezanê ji aliyê serokomariyê ve, ji bo zêdetirî 3 hezar mehkûman efûyeke taybet hat derxistin.
Serokomariya Iraqê bi biryarnameyekê efûyeke taybet derxist ku 3 hezar û 35 kesên ji tawanên cuda hatine mehkûmkirin pêk tê.
Li gorî biryara ji aliyê Wezareta Dadê ya Iraqê ve hatiye weşandin, kesên ku di navbera salên 2007-2022yan de, bi biryara dadgehan hikûm xwarine sûdê ji vê efûyê werdigirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin