Lehiya li Nepalê: Hezar û 287 kesan mirin

04 îlon 2026 14:57

Hat ragihandin ku hejmara miriyan a ji ber lehiyên li Nepalê qewimîn, derketiye hezar û 287 kesan.

Lehiya li Nepalê: Hezar û 287 kesan mirin

RûpelNews - Ji bo dîtina kesên winda yên di lehiyên li Nepalê operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Saziya Neteweyî ya Kêmkirin û Rêveberiya Rîska Karesatê ya Nepalê agahiyên herî dawî yên derbarê lehiyan de li ser hesabê medyaya civakî parvekirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hejmara miriyan li herêmên cuda yên ku ji ber lehiyê bandor bûne, gihîştiye hezar û 287 kesan û operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo 5 hezar û 83 kesên windabûyî berdewam dikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zêdetirî 21 hezar personelên ewlehiyê ji bo operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê hatine bicihkirin û hat ragihandin ku heta niha di çarçoveya van hewldanan de 13 hezar û 93 kes hatine rizgarkirin.