Hinardeya petrola Kurdistanê bo Iraqê dest pê kir: Rojane zêdetirî 150 hezar bermîl

10 tîrmeh 2023 21:29
Hinardeya petrola Kurdistanê bo Iraqê dest pê kir: Rojane zêdetirî 150 hezar bermîl

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî rawestandina şandina petrola Kurdistanê bo parzûngehên Iraqê bi demekê, hinardeya petrola Kurdistanê bo navxwe ya Iraqê ji nû ve dest pê kir. Li gor çavkaniya ji Wezareta Petrolê ya Iraqê, Wezareta Petrola Iraqê çend girêbestên nû ji bo firotina petrola Kurdistanê bi çend kompanyayên navdewletî re îmze kiriye.

Çavkaniyeke payebilind ji Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihandiye ku niha rojane zêdetirî 150 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê ji bo parzûngehên girêdayî Hikûmeta Iraqê tên şandin.

Çavkaniyê gotiye: “Şandina petrola Herêma Kurdistanê bi hevahengiya Wezareta Petrolê ya Iraqê û di çarçoveya yasaya budçeyê de ye. Bi vî awayî yasaya budçeyê di mijara hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de ji %100 hatiye bicihkirin û ti pirsgirêk tune ne.”

Heman çavkaniyê daye zanîn, “Piştî ku ew rêjeya petrola Kurdistanê ji parzûngehên navxwe re hat dayîn, firotin û hinardekirina petrola Kerkûkê dest pê kir lê vê carê bi rêya Besrayê.”

Li ser hinardekirina petrola Kurdistanê bi ser Tirkiyê de jî hate gotin ku Tirkiyê heta niha bi fermî bersiva Iraqê ji bo destpêkirina firotina petrola Kurdistanê nedaye lê ti hincet nemane û Iraq û Herêma Kurdistanê di warê teknîkî de amade ne.