Wan | Qedexeya ku 1668 rojan dewam dike careke din hat dirêjkirin
PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, careke din qedexeya her cûre çalakî, meş û xwepêşşandanan hat dirêjkirin ku ji sala 2016an ve her serê 15 rojan tê dirêjkirin û dema rojên qedexeyê jî 1668 rojan derbas kiriye.
Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, li tevahiya bajêr hemû çalakî, meş û xwepêşandan bo 15 rojên din hatine qedexekirin.
Hat diyarkirina kirin qedexe roja Pêncşemê 18ê Hezîrana 2021ê dest pê dike û heta 2yê Tîrmehê dewam dike.
Hinceta qedexeyê jî wekî parastina bingehên sereke yên komarê, yekparçeyiya dewlet û neteweyê, rê li ber girtina binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtina li tawanan, parastina maf û azadiyên xelkê, tedbîrên koronayê û rêgirtina li her bûyereke din hatiye nîşandan.
Parêzgariyê daye xuyakirin ku çalakiyên fermî yên bi destûra parêzgar û qeymeqam ne di çarçoveya qedexeyê de ne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin