Waliyê Hesekê: Hemû saziyên xweser dê bi dewleta Sûriyê re bên yekkirin
Parêzgarê Hesekê Nureddîn Ehmed ragihand ku dê hemû saziyên xweser ên li Rojavayê di nav dewleta Sûriyê de dê bên yekkirin anku dê bên entegrekirin.
RûpelNews - Ehmed destnîşan kir ku SDG di nav Wezareta Parastinê ya Sûriyê de hatiye birêxistinkirin û got, "SDG wek girêdayî Wezareta Parastina Suriyeyê bi giştî li ser çar lîwayan hatiye birêxistinkirin, ku çar ji wan li Hesekê û yek jî li herêma Kobanî ya parêzgeha Helebê ye."
Ehmed diyar kir ku dê hemû saziyên li Rojava bi Şamê ve werin yekkirin û çavkaniyên siruştî milkê hevbeş ê hemû Suriyeyiyan in.
Derbarê birêvebirina deriyê sînor ên li Qamişloyê de Ehmed wiha got: “Derbasgehên sînorî jî beşek ji pêvajoya yekbûnêyê ne. Sîstema ku li parêzgehên din ên Sûriyê tê sepandin dê li Hesekê jî were cîbicîkirin, û karmendên sivîl ên di nav Rêveberiya Xweser de dê li van navendan pêkanîna erkên xwe bidomînin."
Ehmed da zanîn 40 hezar xebatkar li nav saziyên xweser ên li Rojavayê hene û ragihand ew hemû li nav kadroyên dewleta Sûriyeyê wê werin bicîhkirin.
Çavkanî: Rûdaw
