Rapora NY: Rêveberiya Xweser saziyên ragihandinê û partiyên siyasî asteng dike
PeyamaKurd - Komîteya Lêkolînan a Navdewletî ya Serbixwe li ser Sûriyê, derbarê tawan û binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de, raporeke nû belav kir.
Komîteya Lêkolînan a Navdewletî ya Serbixwe ya li ser Sûriyê raporeke nû pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî kir ku tê de encamên binpêkirinên di navbera ji 1ê Çileya 2022yan heta 30yê Hezîrana 2022yan cî digirin.
Rapora navborî piştî 501 hevdîtinên rasterast û nerasterast, belge, wêne û vîdyoyan hatiye amadekirin ku li ser Rêveberiya Xweser jî tê gotin; xelkê bakur û rojhilatê Sûriyê ji ber nebûna ewlehî, êrîşên çekdarî li seranserî sînorê bi Tirkiyê re û zêdebûna êrîşên DAIŞê, rûbirûyî rewşeke xirab in.
Di raporê de hatiye diyarkirin, ji ber egera destpêkirina operasyoneke Tirkiyê ya plankirî li bakur û rojavayê Sûriyê, şer û pevçûn li gelek deveran di navbera komên çekdar ên hêzên Tirkiyê ji aliyekî ve û HSDê ji aliyekî din ve rû didin û di encama êrîşên asmanî yên Tirkiyê de, gelek sivîl hatine kuştin.
Li ser binpêkirinên Rêveberiya Xweser jî di raporê de hatiye gotin, saziyên ragihandinê û partiyên siyasî ji aliyê Rêveberiya Xweser û kesên nenas ve rastî êrîşan hatine û karê wan hatine astengkirin. Herwiha 2 rojnamevan jî ji bo heyama 2 mehan hatin revandin.
Herwiha hatiye eşkere kirin, navend û ofîsên ENKS û partiyên di nava wê de li Dêrik, Dirbêsiyê, Heseke û Til Temirê rastî êrîşan hatine û dora 7 nivîsgehên partiyan hatine şewitandin.
Li ser bûyerên zîndana Sînaa ya DAIŞê ya Hesekê jî hatiye gotin, hejmarek nediyar ji çekdarên DAIŞê di wê êrîşê de reviyane, nêzîkî 500 kes hatin kuştin ku ji nava wan 120 karmendên zîndanê û şervanên HSDê û 4 kesên sivîl bûn.
Di raporê de hat diyarkirin ku di encama operasyona kontrolkirina zîndana Sînaa de, dora 6 hezar kes ji malên xwe derketin û nêzîkî 40 xaniyên li nêzîkî zîndanê hilweşiyan û ziyan dîtin.
Komîteya Lêkolînan a Navdewletî ya Serbixwe, 22yê Tebaxa 2011an ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye damezrandin û ji Adara 2011yan ve lêkolînê li ser tawan û binpêkirinên mafên mirovan ên li Sûriyî giştî dike û wan belge dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin