Wê dewriyeyên polîs û cendirmeyan sîstema kamera ya rûyên mirov nasdike bikarbînin
PeyamaKurd – Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Ali Yerlikaya li bajarê Tekirdağê daxwuyanî da û di daxwuyaniya xwe de got ku wê ji niha pê de, polîs û cendirme yên dewriyan sîstema kamera yên naskirina rû ya mirovan bikarbînin. Sîstema ku wê bikarbînin ya ku ASELSANê bi pêş xistiye. Ali Yerlikaya got:
“Wê bi temamê polîs û cendirmeyên dewriyê re sîstema ASELSANê ya kamerayên naskirina rû hebe. Di 2ê şevê an rojê de. Li ku derê polîs an cendirme we da sekinandin, ji wan re nebêjin ka hun min nasdirin?
Kamera, polîs, cendirme û hem qeydiya we dike. Eger em bixwazin em dikarin li navenda GAMERê we bi zindî bişopînin. Hetta em dikarin bi wan re biaxifin. Nebe hun tiştekî xerab bêjin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin