Vîrûsa Korona cûreya Omicron gihîst Siûdî û Îmarata Erebî
PeyamaKurd – Vîrûsa Korona cûreya Omicron gihîşt Siûdî û Îmarata Erebî û yekem haletên pêketinê hatin tomarkirin.
Wezareta Tendirustiyê ya Siûdiyê diyar kir, welatiyekî Siûdiyê ku ji bakurê Efrîkyayê vegeriya bû, vîrûsa Omicron hilgirtibû û ew kesê bi Omicronê ketiye û kesên ku pêwendî pê re kirine, bi awayekî cuda hatin kerentînekirin.
Wezareta Tendirustiyê ya Siûdiyê welatiyên xwe agahdar kir ku xwe derzî bikin û daxwaz ji geştiyaran kir, dema vegerin xwe kerentîne bikin.
Ji aliyekî din ve, Wezareta Tendirustî û Xweparêziyê ya Îmarata Erebî eşkere kir, yekem haleta pêketina bi Omicronê li wî welatî hat tomarkirin.
Herwiha destnîşan kir, ew pêketiya Omicronê jinek e, ji Afrîkayê vegeriyabû û di çend welatên Ereb re jî derbas bibû.
Wezareta Tendirustî û Xweparêziyê ya Îmaratê amaje bi wê jî kiribû, wê jinê her du daneyên derziyê jî wergirtibûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin