Tirkiye | Hejmara tûsbûyên vîrûsa korona gihîst 5 kesan

14 adar 2020 00:06
Tirkiye | Hejmara tûsbûyên vîrûsa korona gihîst 5 kesan

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca îro Înê ragihand ku piştî du kesên berî teşhîsa vîrûsa korona bo wan hatibû danîn, li ser 3 kesên din vîrûs hatiye tesbît kirin û hejmar bûye 5 kes.

Koca got, "Min gotibû ew herdu bûyerên vîrûsê girêdayî cîyekî bûn. Di nav heman temasê de 3 teşhîsên nû me danîn. Di nav wê derdora hatiye nîşankirin de her pênc bûyer jî têkildarî hev in.”

Wezîrê Tirk herwiha got ku ew sînorên wan tûşbûyên vîrûsê dizanin û hewceyî bi panîkê nîne.

Koca ragihand ku ew xeta pêwendiya telefonî "Alo 184 SABİM” jî wekî xeteke taybet dixin xizmeta enfeksîyona koronayê.