Omicron gihîst Kurdistanê: Li Duhokê 5 pêketî hatin tomarkirin

06 rêbendan 2022 19:32
Omicron gihîst Kurdistanê: Li Duhokê 5 pêketî hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Herêma Kurdistanê 5 pêketiyên cûreya vîrusa korona ya guhertî Omicron hatin tomarkirin.

Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî eşkere kir, doh 5ê Çileyê 5 pêketiyên Omicronê hatine tomarkirin.

Dr. Saman Berzeicî got, tevahiya wan kesên ku bi Omicronê ketine, endamên malbatekê û xelkê parêzgeha Duhokê ne.

Wezîrê Tenduristiyê da zanîn, yek ji endamên wê malbatê ku bi Omicronê ketiye ji derve vegeriyaye û endamên din yên malbata xwe jî pê xistiye.

Herwiha Berzincî bibîr xist ku wan her pênc pêketiyên omicronê beriya niha derziya koronayê li xwe nedane.