VIDEO | Xwepêsanderan ala Iraqê li ser konsûlxaneya Îranê bilind kir
PeyamaKurd - Xwepêşandanên Iraqê ku li dijî gendelî û nebûna xizmetguzariyê di serî de li Bexda û bajarên din ên Iraqê ji nû ve dest pê kirine bi xurtî dewam dikin.
Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku di pevçûn û aloziyên xwepêşandanên roja Înê de ku roja Şemiyê 25ê Cotmehê jî berdewam kirin, 63 kes hatin kuştin û 2595 kes jî birîndar bûn.
Şevê din jî xwepêşanderan li Kerbelayê ala Komara Îslamî ya Îranê ji ser avajiya konsûlxaneyê daxist û ala Iraqê li ser konsûlxaneyê bilind kir ku ew jî nîşaneya wê yekê ye ku xwepêşander ji hikûmeta Iraqê zêdetir dijî bandora Îranê ya li ser welatê xwe ne.
Medyaya Iraqê ragihand ku şevê din 26ê Cotmehê jî li çend bajarên Iraqê xelk dijî hikûmetê derketine qadan û xwepêşandanan kirine. Vîdyoyek ji Kerbelaya ku piraniya şêniyên wê şîe ne hatiye belavkirin ku xwepêşander ala Îranê ji ser avahiya konsûlxaneyê dadixin û ala Iraqê bilind dikin.
رفع العلم العراقي فوق القنصلية الإيرانية في كربلاء #العراق_ينتفض #iraq pic.twitter.com/UE1ZxOF4Xu
— عمر الجنابي (@omartvsd) October 26, 2019

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin