VÎDEO | New Zeland bû yekem welatê derbasî sala 2022yan bû...

31 berfanbar 2021 20:06
VÎDEO | New Zeland bû yekem welatê derbasî sala 2022yan bû...

PeyamaKurd – Li seranserê cîhanê pîrozbahiyên hatina sala nû ya 2022yan dest pê kirin.

Welatê Giravê Zelanda Nû bû yekem welatê ku derbasî sala 2022yan bû û pîrozbahiyên sersalê bi fîşekên hewayî û ahengên cuda ligel rênimayên xweparêziya ji vîrusa koronayê dest pê kirin.

Piştî Zelanda Nû bi çend saetan jî welatê Awustralyayê dibe duyem welatê cîhanê ku derbasî sala 2022yan dibe.