VIDEO | Li Rojavayê Kurdistanê êrîsa muhtemel a Tirkiyê tê protesto kirin

07 cotmeh 2019 15:08
VIDEO | Li Rojavayê Kurdistanê êrîsa muhtemel a Tirkiyê tê protesto kirin

PeyamaKurd – Li deverên sînorên ligel Tirkiyê yên Rojavayê Kurdistanê, piştî destûrdana Amerîkayê bo operasyona Tirkiyê, xwepêşandanên dijî êrîşê dest pê kirin.

Bi taybet li Girê Spî, Serêkaniyê û Dirbêsiyê ku Tirkiye plan dike bikeve wan herêman, xelkê wan bajarokan ber bi sînorê (bakurê Kurdistanê) Tirkiyê ve dimeşin û êrîşa muhmetel a artêşa Tirkiyê protesto dikin.

Welatiyên Serêkaniyê bi armanca şermezarkirina hewldana êrîşa dewleta tirk û vekişîna hêzên hevpeymana navdewletî ya li ser sînorê rojava û bakurê Kurdistanê, li ser sînor kom dibin û vê hewldanê protesto dikin.

Piştî pêwendiya telefonî ya Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a şevê din, îro beyaniyê leşkerên Amerîkî û hêzên hevpeymaniya navdewletî ji xalên xwe yên li Serêkaniyê û Girê Spî yên li ser sînorê bakurê Kurdistanê vekişiyan ku ev wekî destûra destpêkirina operasyona Tirkiyê tê nirxandin.