Erdogan û Bahçelî amadekariyên êrîsa ser Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin
07 hezîran 2022 22:07
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyip Erdogan, îro 7ê Hezîranê li Koşka Serokomariya Tirkiyê (Beştepe) bi Serokê Giştî yê partiya Hevpeymana Cûmhûr MHP Devlet Bahçelî re civiya.
Piştî civîna ku demjimêrekê dom kir, hat ragihandin ku Erdogan û Bahçelî ji bilî nirxandina mijarên rojeva naxwe ya Tirkiyê, amadekariyên leşkerî yên bo operasyona ser Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.
Herwiha medya Tirk ragihandiye ku mijarên din ê rojeva hevdîtinê helwesta Tirkiyê ya dijî endamtiya NATO ya welatên Swêd û Fînlandê û xebatên hilbijartinên Hezîrana 2023yan bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
DEM Partiyê spasiya Bahçelî û Erdogan kir
21 mjd 2025
Jiyan
Erdogan bi Bahçelî re civiya
13 mjd 2025
Cîhan
Pistî Erdogan Çavusoglu jî gefa êrîsan li Rojavayê Kurdistanê xwar!
13 cot 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin