Video | Dîmenên nû yên êrîsa Hewlêrê hatin belavkirin

24 tîrmeh 2019 13:49
Video | Dîmenên nû yên êrîsa Hewlêrê hatin belavkirin

PeyamaKurd - Hefteyek piştî bûyera teqekirina li Hewlêrê, ku tê de dîpomatekî Konsulxaneya Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê hatibûn kuştin, dîmenên vîdyoyî yên êrîşê li ser medyaya  civakî hatin belavkirin.

Lê belê heta niha ti aliyekî fermî yê Hikûmeta Heêrma Kurdistanê ti daxuyanî li ser belavbûna vê vîdoyê nedane û rastbûna wan dîmenan piştrast nekirine.

17ê vê mehê li restoraneke bajarê Hewlêrê, çend kesan teqe li dîplomatekî Tirkiyê kiribû, ku di encama teqekirinê de ew dîplomatê Tirkiyê û welatiyekî din li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan û welatiyekî din jî bi giranî birîndar bibû, ku piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Nasnameya dîplomatê Tirkiyê ku di bûyerê de hatiye kuştin, wekî Osman Kose hatibû ragihandin. 20ê vê mehê jî hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê, kesekî bi navê Mazlum Dag ragihandibû û eşkre kiribû ku kesê  serekê yê wê êrîşê ye.