VIDEO | Dîmenên kêliyên êrîsa ser karwana artêsa tirk hatin belavkirin

19 tebax 2019 23:24
VIDEO | Dîmenên kêliyên êrîsa ser karwana artêsa tirk hatin belavkirin

PeyamaKurd Taybet – Îro balafirên Sûriyê rêgeha karwaneke leşkerî ya artêşa Tirkiyê bombardiman kirin ku ber bi Xan Şêxûn a komên çekdarên alîgirên Tirkiyê li ber êrîşên rejîma Sûriyê tengav bûne ve diçû.

Wezareda Berevaniya Tirkiyê êrîş şermezar kir û tevî rêkeftinên ligel wan jî Rûsya bi wê êrîşê tawanbar kir.

Hat zanîn ku di nav karwana leşkerî de, 28 wesayîtên leşkerî û tank jî tê de hebûn.

Dîmenên kêliyên bombardimanê ji aliyê balafirên Sûriyê ve hatin belavkirin.

 

Tirkiyê dixwest derbasî Xan Şêxûnê bibe û piştevaniya grûbên opozîsyonê bike daku li hember rejîmê bikarin ber xwe bidin, lê Sûriyê rêgirî kir û nehişt ev pêk were.

Di dîmenên ku çavkaniyên herêmê belav kirine de, kêliya lêdana balafiran a karwana leşkerî ya Tirkiyê xuya dike ku 28 wesayîtên zirpoş, tank û personelên wan hene.