"Vegerandina kursiyên kotayê di berjewendiya hêzeke siyasî de ye"
PeyamaKurd – Cîgira Serokê Partiya Reforma Tirkmen Muna Kahvecî doh diyar kir ku biryara Dadgeha Federal nîşanek pirsê dide û diyar kir ku ev biryar di berjewendiya hêzeke siyasî de ye.
Muna Kahvecî li ser biryara îro ya Dadgeha Federalî ya derbarê kotayê de wiha got: "Eger Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) gilî nekiriba, Dadgeha Federalî biryar li dijî pêkhateyan nedigirt.
Kahvecî amaje bi wê yekê jî kir ku vegerandina kursiyên kota tê wateya vegerandina şerefa pêkhateyan û got, ev yek belge ye ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bêyî beşdariya pêkhateyan nayê kirin.
Muna Kahvecî diyar kir ku "sînordarkirina kursiyên kotayê pêngavek ji bo lawazkirina nasnameya pêkhateyan û tehdîdkirina çarenûsa wan e" û ev tişt anî ziman:
“Biryara îro ya Dadgeha Federalî pirsek çêkiriye. Komîsyon jî nizane 5 kursiyên ku bi biryara Dadgeha Federal hatine vegerandin çawa li ser pêkhateyan dabeş bike. Ji sedî 95ê Tirkmenan li Hewlêrê ne, Tirkmenên Silêmaniyê pir kêm in. Ji bo bidestxistina kursiyan (li Silêmaniyê) ev yek têrê nake.”
Kahvecî diyar kir ku tişta li dijî pêkhateyan hatiye kirin komplo ye û got, "Vegerandina kursiyên kotayê ne di berjewendiya pêkhateyan de ye, di berjewendiya hêzeke siyasî de ye."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin