PDK-S: Divê herî kêm 40 kursiyên kurdan hebin
Berpirsê Nivîsîngeha Ragihandina Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê (PDK-S) Beşar Emîn ragihand ku hejmara nûnerên kurdan li Perlemana Sûriyê kêm e û divê hejmar were zêdekirin.
RûpelNews - Beşar Emîn ji Welat TVyê re got, “Nûnerên gelê kurd di Perlemana Sûriyê de divê li gorî hejmara wan be, ne bi 2 û 3 endman be, li gorî rêjeya kurdan %20, divê hejmara endaman ên nûnerên gelê kurd herî kêm 40 endam bin.”
Berpirsê Nivîsîngeha Ragihandina Navendî ya PDK-Sê Beşar Emîn diyar kir, ji bo nivîsandina destûrê pêwîstî bi hevpariyeke giştgir ji tevaya pêkhateyên Sûriyê heye, da ku mafên hemûyan biparêze.
Beşar Emîn tekez kir ku qonaxa niha ya hemahengî û peywendiyan e û divê peywendiyên wan yên baş bi ermen, suryan, turkman û ereban re hebin, da ku bi hev re kar li ser pêşeroja welêt bikin.
Hikûmeta Şamê, nûnertiya kurdan li Parlamena Sûriyê ku 210 kursî hene, bi 4 kursiyan sînordar kiribû.
