Urmiye | Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi dar ve kir

01 rêbendan 2022 10:44
Urmiye | Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi dar ve kir

PeyamaKurd – Rejîma Îranê, li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, 4 girtiyên din bi dar vekir.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, îro danê sibê li nav girtîgeha navendî ya Urmiyê de 4 girtî, ku nayê zanîn gelo Kurd bûne yan na, hatin bidarvekirin.

Li gorî agahiyan, ew kesên han bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin û bi sizayê qîsas hatibûn mehkûmkirin.

Navê wan girtiyên ku hatine bidarvekirin, wiha ye:

Muqedem Elîzade, Husên Ebaszade, Hemdullah Alemî û Feyzullah Qurbanî.

Girtiyên han xelkê bajarên Urmiye, Selmas û Xoy bûne.