Urdunê êrîsa ser Hewlêrê û teqîna li Bexdayê weke “êrîsên terorîstî” bi nav kir

16 nîsan 2021 16:30
Urdunê êrîsa ser Hewlêrê û teqîna li Bexdayê weke “êrîsên terorîstî” bi nav kir

PeyamaKurd – Urdinê, êrîşa ser Balafirgeha Hewlêrê û teqîna Bexdayê, şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Urdinê Zeyfulla Elî Fayiz bi daxuyaniyekê, êrîşa ser Hewlêrê û teqîna do a li Bexdayê şermezar kir û weke “êrîşên terorîstî” bi nav kir.

Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ya Urdinê dide zanîn, ew bi tundî wan kiryarên terorîstî yên tirsenokî şermezar dikin ku armanca wan têkdana aramî û asayîşê ye. Zeyfulla Elî Fayiz diyar dike: “Ew kiryarên terorîstî berovajî tevahiya nirx û bingehên mirovahî û olî ne, Urdin bi hemû awayekî, tundûtîjiyê û terorê red dike û tekez jî dike, teror hemû aliyan bê ferq û cudahiyê armanc dike.”

Herwiha Urdin piştevaniya xwe ji bo Iraqê radighîne û piştevaniya her gavekê li dijî wan kesan dike ku dixwazin metirsiyê li ser aramî û asayîşê çêbike. Di daxuyaniyê de hatiye: “Gefxwarin li Iraqê, gefxwarina li ser aramî û asayîşa navçeyê  ye.”