Li Hewlêrê dengê teqînan hat bihîstin
Di şerê Îranê de êrişên li ser Herêma Kurdistanê jî berdewam dikin. Îro jî ji seranserê asîmanên Hewlêrê dengê teqînan hat bihîstin.
RûpelNews - Li gorî zanyariyan, bi dron û mûşekan êrîşî Hewlêrê hat kirin. Ji aliyê pergalên mûşek û dronan ve êrişên li ser Hewlêr hatin têkşikandin.
Daxuyaniyeke fermî nehatiye ragihandin
Li gorî zanyariyan bi taybetî ji beriya nîvro li seranserê asîmanên Hewlêrê dengê teqînan hat bihîstin. Gelek caran dîmenên têkşikandina mûşek û dronan ji nav bajêr jî têne dîtin.
Hat zanîn ku dron li ser Cadeya 60 Metrî ya li taxa Ronakiyê, li nêzîkî Grand Majidi Mallê û li herêma Pirzînê ji aliyê pergalên parastinê ve hatine xistin.
Heta niha derbarê êrişan de ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn.
