UNICEF: Divê hesab ji berpirsên êrîsa Til Rifetê bê bipirsin

04 berfanbar 2019 00:25
UNICEF: Divê hesab ji berpirsên êrîsa Til Rifetê bê bipirsin

PeyamaKurd - Berdevka Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Marîxîe Mercado, li ser êrîşa kuştina zarokan li Til Rifetê daxuyanî da û got, 8 zarokên temenê wan bin 15 zaliyê hatine kuştin û 8 jî birîndar bûne û divê hesab ji yên êrîş kirine were pirsîn.

Mercado da xuyakirin, bi bombebarana 2yê Kanûnê 8 zarokên ku temenê wan di bin 15an de ye hatine kuştin û 8 jê birîndar bûne û got, ''Di vê meha dawî de ji ber êrîşan li Bakurê Sûriyê 34 zarok hatine kuştin.  Di êrîşê de 8 jê zarok 10 sivîlan can daye û ji 10an zêdetir jî birîndar bûne.”

Mercado da zanîn, li gelek navendên Sûriyê ji ber şer her ku diçe zêdetir zarok dimirin û prensîba ku divê di şer de zarok bêne parastin di şerê 9 salan yê Sûriyê de, tim hatiye piştguhkirin.

Mercado bang li aliyên şer ên li Sûriyê kir ku di her şertî de mafên zarokan biparêzin û got, “Yên ku ev êrîş kirin bi qest bûne sedema kuştina zarokan û divê berpirsiya wan sûcan li wan bê sepandin.”