Boris Johnson: Divê Îran hesabê encama êrîsa ser kestiyê bide
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Boris Johnson, li ser êrîşa Îranê ya ser keştiya bazirganî ya Îsraîlê axifî û got:
“Divê Îran bi encama êrîşa ser keştiya Îsraîlê re rû bi rû bibe û hesabê wê bide. Ev êrîş ya ser keştivaniya bazirganiye, nayê qebûlkirin û êrîşeka kirêt bû. Hemwelatiyekî Îngîlîz mir. Divê Îran û temamê welatên dinyayê rêz li serbestiya bazirganiyê bigre û mijareka girîng e. Dê Îngîltere li ser vê mijarê tewrê xwe dewam bike.”
Do Îngîltere ji êrîşa ser keştiya Îsraîlê Îranê berpirs girtibû û êrîşê şermezar kiribû. Wezîrê karên derve yê Îngîltere Dominic Raab bi nivîskî ragihandibû ku bi îtîmaleka mezin Îranê li Derya Ummanê di nav ava navdewletî de, bi balafirên bêmirov êrîşê ser keştiya bi navê ‘Mercer Street’ ê kiriye. Raab weha dewam kiribû:
“Îranê, vê êrîşê bi zanîn, hedefê destnîşankiriye û Îranê hûqûqa navdewletî aşkera îhlal kiriye.”
Îranê, di 29 ê temmûzê de êrîşê ser keştiya Îsraîlê ku ji Tanzanya diçû Îmaratan kiribû di encamê de 2 kes di êrîşê de miribûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin