Tueller: Divê Îran hesabê êrîsa terorîstî ya ser Hewlêrê bide
PeyamaKurd - Balyozê Amerîka li Bexdayê Matthew Tueller êrîşa bi moşekên balîstîk a Îranê bi ser Hewlêrê de, bi tundî şermezar kir û got, divê Îran hesabê vê êrîşa terorîstî bide.
Balyozê Amerîka yê Iraqê Mattew Tueller peyameke li ser êrîşa moşekî ya şeva borî ku li dijî Hewlêrê ji aliyê Îranê ve hatibû encamdan, peyamek belav kir.
Matthew Toller got, “Dewletên Yekbûyî yên Amerîka êrîşa terorîstî ya li ser armancên sivîl li Hewlêrê şermezar dike.”
Toller destnîşan kir, “Hêmanên rejîma Îranê (Pasdarên Îranê) berpirsyariya vê êrîşê li xwe girtin û divê ji ber vê binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê û êrîşên terorîstî yên li ser mal û milkên sivîlên bêguneh hesab jê bê xwestin.”
Îro 13ê Adarê bi şev li demjimêr 01:00 12 moşekên balîstîkî ji Îranê bi ser Hewlêrê de hatin avêtin ku li dorûbera Balyozxaneya Amerîka ya Hewlêrê û avahiya Kurdistan24ê ketin. Di encama êrîşê de ziyanên madî çêbûn.
Supaya Pasdarên Îranê bi fermî ew êrîş li xwe girt û îdia kir ku wan li Hewlêrê navendeke stratejîk a îstixbarata Îsraîlê kiriye armanc, lê ev yek ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hat redkirin û herî dawî di pêwendiya Serok Barzanî û Muqteda Sedir de biryar hatiye dayîn, komîteyeke lêkolîna rastiyan were avakirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin