UNAMIyê bi dirusmên Kurdî û Erebî banga çûna ser sindoqên dengdanê kir!
PeyamaKurd – Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI) ji bo beşdariya hilbijartinan a welatiyan bi nivîsandina dirûşmên Kurdî û Erebî li kolanên Bexdayê piştevanîya xwe diyar kir.
Xebatkarên UNAMIyê ji bo xelk beşdarî hilbijartinên pêşwext ên 10ê Cotmehê yên Parlamentoya Iraqê bibin dirûşmên Kurdî û Erebî li ser dîwaran nivîsandin û behsa girîngiya dengdanê kirin.
UNAMIyê li ser Twitterê bi heştaga #Vote4Iraq çend wêneyên nivîsandina wan dirûşman belav kir û daxwaz kir xelk biçe ser sindoqên dengdanê.
Dirûşmekê de hatiye gotin, “Pêdiviya dahatuya welat bi dengê te heye”.
Murals are popping up around Baghdad and will soon spread to other parts of the country, reminding Iraqis about the importance of voting on 10 October. If you see one, post a selfie with the hashtag #Vote4Iraq - to inspire your compatriots to cast their ballots! pic.twitter.com/Zm5U9iamfQ
— UNAMI (@UNIraq) September 15, 2021

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin