Ûkraynayê ji bo temîrkirina santrala ‘Çernobîl’ hisyarî da: 48 saet maye

09 adar 2022 22:36
Ûkraynayê ji bo temîrkirina santrala ‘Çernobîl’ hisyarî da: 48 saet maye

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba, ji bo Santrala Nukleerî ya Çernobîlê ku ketiye kontrola hêzên Rûsyayê hişyarî da û got, tekane beşa santralê ya elektrîkê di êrîşa Rûsya de xisar dîtiye û divê di nav 48 saetan de were temîrkirin.

Kuleba gotiye, hîn di warê radyasyonê de pirsgirêk çênebûye, lê heger beşa jeneratora elektrîkê ya xisar dîtiye neyê çêkirin, wê xeteriyeke mezin derkeve holê.

Wezîrê Ûkraynî banga lezgîn bo çêkirina beşa xisar dîtiye kir û got, di kargeha nukleerî de kapasîteya jenerastorê 48 saetan xwe digire û heger neyê çêkirin wê xeteriya belavbûna radyasyonê derkeve ku wê tevahiya Ewropayê bixe xeterê.