HRWê hisyarî da: Wê Rûsya tawanên li Sûriyê li Ûkraynayê jî pêk bîne

24 sibat 2022 01:02
HRWê hisyarî da: Wê Rûsya tawanên li Sûriyê li Ûkraynayê jî pêk bîne

PeyamaKurd – Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Navnetewî (HRW) piştî biryarên Rûsyayê yên bo herêmên cudaxwaz ên Ûkraynayê hişyarî da.

HRWê bal kişand ser ku dibe Rûsya tawanên xwe yên li Sûriyê kirine, li wan herêmên Ûkraynayê jî bidomîne.

Berpirsê Giştî yê HRWê Kenneth Roth da xuyakirin, "Herêm di bin gefa şerekî mezin ê nêzîk de ye.”

Roth herwiha xemsariya Rûsyayê ya li ser windahiyên sivîlan bi mînaka Sûriyê anî ziman û got ku Rûsya bi qest li qadên sivîlan dixe.