HRW: Divê Rûsya berpirsiyariya tawanên ser ên li Sûriyê qebûl bike

05 berfanbar 2019 00:58
HRW: Divê Rûsya berpirsiyariya tawanên ser ên li Sûriyê qebûl bike

PeyamaKurd - Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan a Navdewletî (Human Rights Watch – HRW) ragihand ku Rûsyayê li Sûriyê tawanên şer kirine û pêwîste berpirsiyariya wan tawanan li xwe bigire.

Di raporta HRWê de tê gotin ku Rusyayê li Sûriyê tawanên şer kirine  û welatiyên sivîl kirine armanc.

HRW dibêje: “Balafirên şer ên Rûsyayê di meha Tebax a borî de devera Has li gundewarê Idlibê kirine armanc ku xelkên aware bûne li wê derê bûn.”

Herwiha rêxistina dide xuyakirin ku di encama şerê li wê herêma hatiye binavkirin de, 20 kes hatibûn kuştin ku piranîya wan zarok û jin bûn û zêdetirî 50 kesên din jî birîndar bûbûn.

HRWê di raporta xwe de  daye zanin ku heta niha jî êrîşên hikumeta Sûriyê bi piştevaniya balafirên Rusyayê li ser wan herêmên ku bêhtirî 3 milyon kes lê dijîn bi tundî berdewam dikin.