Îran: Amerîkayê êrîşî santrala atomî ya di Darhovinê kir
Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê ragihand ku Amerîkayê êrîşî santraleke atomî ya ku niha li Darhovinê, li parêzgeha Xûzistanê ya li başûrê rojava, di bin avakirinê de ye, kiriye.
RûpelNews - Daxuyaniyek li ser mijarê bi rêya hesabê saziyê li ser platforma medyaya civakî Xê hate weşandin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên Amerîkayê êrîşî santrala atomî ya di bin avakirinê de li Darhovinê kirine.
Herwiha hat destnîşankirin ku, di bin çavdêriya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî de, êrîşa li ser tesîseke atomî ya aştiyane binpêkirineke eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye.
Avakirina santrala atomî ya 300 megawatî li herêma Darhovinê (Qarûn) di Kanûna 2022an de dest pê kir.
Tê ragihandin ku tê payîn avakirina santralê, ku dê bi pergala reaktora ava zextkirî bixebite, nêzîkî heşt salan bidome û 2 milyar dolar mesref bibe.
