Îran peymana atomî bêyî Amerîkayê didomîne

04 tîrmeh 2018 23:10
Îran peymana atomî bêyî Amerîkayê didomîne

PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku rêkeftina atomî ji bo Îran, YE û cîhanê zehf girîng e û got: "Kiryara Amerîkayê ya vekişîna ji peymana atomî berovajî qanûn, biryarên Konseya Ewlehiyê ya NY û sozên çendalî ye û Amerîka û welatên din dê jê zirarê bibînin."

Hesen Rûhanî îro li civîna rojnamevaniyê ya hevpar digel Alexander Van der Bellen Serokkomarê Avusturyayê li Viyanayê  axivî.

Rûhanî bal kişand ser wê yekê ku Îran heke bikare baş ji berjewendiyên rêkeftina atomî sûdê wergire, dê ewê biparêze, got: Heke welatên mayî yên peymana atomî îmze kirine bikaribin berjewendiyên Îranê garantî bikin, Îran dê vê rêketinamê bêyî Amerîkayê bidomîne.

Serokkomarê Îranê got dewrana biryardayîna yekalî bi dawî hatîye û tu welatek nikare derbarê cîhanê û gelên din de biryarê bide û ragihand: Vegerandina tam a aştî û ewlehiyê li herêmê dê li ser xêra welatên navçê û cîhanê be.

Rûhanî alûgorên Rojavayê Asyayê wiha nirxandin: "Me têkildarî pêngavên Îranê di warê têkoşîna dijî terorîzmê, alîkarîya bo gelên Iraq û Sûriyê, pêwîstîya gîhandina alîkarîyan bo gelê Yemenê û rola xirabkir a Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst a li herêmê de gotûbêj hat kirin."