Ukraynayê êrîsî Kirimê kir: Bataryaya S400an hate îmha kirin

25 tebax 2023 23:42
Ukraynayê êrîsî Kirimê kir: Bataryaya S400an hate îmha kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şeva ketina balafira Serokê Wagnerê Yevgeniy Prigojin, artêşa Ukraynayê operasyoneke taybet li herêma Kirim a ji aliyê Rûsyayê ve hatiye îlhak kirin pêk aniye.

Li gorî ragihandina îstixbarata Ukraynayê di operasyona taybet de, bataryayeke sîstema moşekî ya parastina asmanî ya Rûsî S400 hatiye ruxandin.

Deryavaniya Ukraynayê jî vîdyoyek belav kiriye ku li Kirimê ala Ukraynayê tê bilindkirin.

Îstixbarata Ukraynayê diyar kiriye ku operasyon li devera Olenivka û Mayakê hatiye encamdan û leşkerên ukraynî li nîvgirava Kirimê daketina leşkerî pêk anîne. Herwiha hate gotin ku leşkerên ukraynî gihîştine hemû armancê xwe û vegeriyane cihên xwe.