Ukraynayê bi dronan êrîsî bajarê Sîvastopol ê Kirimê kir

16 tîrmeh 2023 15:00
Ukraynayê bi dronan êrîsî bajarê Sîvastopol ê Kirimê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şeva borî artêşa Ukraynayê bi dronên bombekirî êrîşî bajarê Sîvastopol ê nîvgirava Kirimê ya di bin kontrola Rûsyayê de kir.

Parêzgarê Sîvastopolê Mihail Razvojaev, li ser kanla Telegramê ragihand, “Îşev bi giştî du drone ketin bajêr û 5 jî ji aliyê hêzên şerê elektronî ve hatin têkdan. Herwiha du wesayîtên deryayî yên bêmirov jî hatin îmha kirin.”

Parêzgar diyar kiriye ku rewşa bajêr aram e û ti ziyanek di encama êrîşê de çênebûye.

Li gorî ajansa Sputnîk a rûsî piştî êrîşê seferên ferîbotan rawestiyane û piştre dîsa dest pê kirine.

Nîvgirava Kirimê ji sala 2014an ve ji aliyê Rûsyayê ve hatiye îlhakirin û rêveberiyeke girêdayî Rûsyayê herêmê birêve dibe.