Ûkrayna û Rûsya dîlan bi hev guhertin: Bi temamî 472 lesker serbest berdan

04 rêbendan 2024 02:02
Ûkrayna û Rûsya dîlan bi hev guhertin: Bi temamî 472 lesker serbest berdan

PeyamaKurd – Rûsya û Ûkrayna leşkerên xwe yên dîl bi hev guhertin. Bi temamî 472 leşker serbest hatin berdan ku ji wan 248 leşker yên Rûsyane û 224 leşker yên Ûkrayna ne. Di nava dîlên Ûkraynî de 6 kes jî sîvîlin ku hatin berdan.

Wezareta berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku berya dîlan berdin, desteka tenduristiyê û derûnî dane leşkeran û wan gihandine nexweşxanan.

Guhertina dîlan (esîran) bi navbeynkariya Îmaratan hatiye cîh.