Rûsya û Ûkrayna 300 dîlan bi hev guhertin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di guhertina dîlan de Rûsya û Ûkrayna ji 300 kesan zêdetir kesên dîl bi hev guhertine. Serokê Ûkraynayê Zelenskiy ragihand ku Rûsya 189 kesên Ûkraynî serbest berdaye û Rûsya jî got ku 150 leşkerên xwe ji Ûkraynayê paşde sitendiye.
Zelenskiy ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir. Di guhertina dîlan de 187 leşker û 2 kesên sîvîl bi temamî 189 kes serbest hatine berdan û Zelenskiy got ku wê di mijarê de xebatên wan dewam bikin.
Wezareta bergiriya Rûsyayê jî di daxwuyaniya xwe de got:
“Di encama danûstendina bi Kievê re, me 150 leşkerên xwe paşde bir. Li beranberê wê me 150 leşkerên Ûkraynayê paşde da wan. Leşkerên me yên wan serbest berdan li Belarûsê ne, em desteka tenduristiyê û derûnî didin wan. Ji bo dewama tedawiya wan, wê herin Moskovayê, Rûsyayê. Di mijara guhertina dîlan de Îmarat bû navbeynkarê me yê mirovî.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin