Rûsya û Ukraynayê 600 dîl li hev guhertin

06 adar 2026 13:10

Hate ragihandin ku 600 dîlên şerî di navbera Rûsya û Ukraynayê de hatine guhertin.

Rûsya û Ukraynayê 600 dîl li hev guhertin

RûpelNews - Di daxuyaniyeke Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat gotin ku 300 leşkerên rûs ji herêmên di bin kontrola Kîevê de anîne welêt û "di berdêla wan de 300 leşkerên ukraynî hatine radestkirin".

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pevguhertina dîlan bi navbeynkariya Îmarat û Dewletên Yekbûyiyên Amerîka pêk hatiye û herwiha leşkerên berdayî li Belarûsê ne û dê bên vegerandin Rûsyayê.

Peyama Zelenskiy

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky, di parvekirineke li ser medyaya civakî de derbarê pevguhertina dawî ya dîlan bi Rûsyayê re, got, "300 parêzvanên din ên ukraynî ji dîliyê Rûsyayê vedigerin malê."

Di peyama xwe de Zelenskiy got, "Piraniya wan zêdetirî salekê di dîlgirtî bûn, hinek ji wan ji sala 2022an ve," û diyar kir ku ew dê ji bo misogerkirina berdana hemû girtiyên ukraynî bixebitin.

Zelenskiy ji bo piştgiriya wê di pêvajoya pevguhertina girtiyan de spasiya Amerîka kir.

Guhertina dîlên duhî ya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de her wiha bû sedema berdana 400 leşkeran.