U2 ji bo têkosîna li dijî koronayê10 milyon Euro bexsî Îrlandayê kir

09 nîsan 2020 16:31
U2 ji bo têkosîna li dijî koronayê10 milyon Euro bexsî Îrlandayê kir

PeyamaKurd - Koma muzîkê U2yê ragihandiye ku ji bo têkoşîna li dijî koronayê Irlandayê 10 milyon Euro bexş kiriye

Li gorî ajansa nûçeyana PAyê, koma muzîkê ya cîhanî ya bi nav û deng U2yê ragihandiye ku ji bo têkoşîna li dijî koronayê (Covid-19) bo Irlandayê 10 milyon Euro bexş kiriye.

Endamên koma muzîkê ya U2yê dixwazin ku pareyên hatiey bexşkirin, ji bo xebatkarên tendirustiyê û ekîpmanên pêwîst yên tendistustiyê were bikaranîn.



Amel & George Colooney

Ji aliyê din ve, aktorê navdar ê Hollywoodê George Clooney û hevjîna wî ya parêzer û parêzvana mafê mirovan Amel Clooney jî ji bo têkoşîna li dijî vayrusa koronayê milyonek dolar bexş kirin.

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku malbata Clooney’an xwestin ku ew pare bo pergala tendirusiyê ya Brîtanyayêy NHSê, herêma Lombardia ya Iralyayê û xizanên Libanên were bikaranîn.