Bi devposên rengîn têkosîna dijî koronayê

02 nîsan 2020 17:55
Bi devposên rengîn têkosîna dijî koronayê

PeyamaKurd – Vîrusa koronaya nû ku şêniyên seranser dinyayê ji ber dinalin û rûbirûyê metirsiyeke nedîtî bûne, her roj bi hezaran canan distîne û hejmara tûşbûyan jî digihîje milyon kesan.

Li ser bikaranîna maskeyan di qada zanista pizîşkîyê de nîqaş berdewam dikin, hinek zanyar dibêjin; bila tenê nexweşên Covid-19 û karmendên tenduristiyê devpoşan bikar bînin, lê hinek lêkolîn jî derdixin holê ku dilopên hûrik ên vîrusa korona heta 8 metroyan jî li hewayê belav dibin û pêwîst e her kes ji bo xweparastinê bikar bîne.

Li aliyê din jî gelek kes êdî devpoşên xwe bixwe çêdikin. Hinek bi boyax û rismkirinê wêneyan li ser maskeyên xwe datînin hinek kes jî bi cureyên cuda cuda wan bi destê xwe dirêsin û çêdikin.

Hunermend Mansha Friedrich jî devpoşan dirêse û şiklên ajalan, nexşên kenînê û tavê û her wekî din li ser devpoşan dineqşîne ku filtreya binê devpoşê jî tê guhertin.

Li kuçe û kolanên dinyayê li aliyekî têkoşîna dijî vîrusa koronayê berdewam dike, li aliyê din jî jiyan berdewam e û bi awayên cuda û rengîn mirov hewil didin xwe ji vê nexweşîna xedar ku heta niha 35 hezar zêdetir can standine biparêzin.