Trump: Piştî Îranê em dê berê xwe bidin Kubayê
Serokê Amerîkayê Donald Trump got: "Piştî ku karê me bi Îranê re qediya em dê berê xwe bidin Kubayê."
|
Türkçe
RûpelNews - Serokê Amerîkayê li ofîsa xwe ya qesra spî bersiv da pirsên rojnamevanan.
Trump îddia kir ku rêveberiya Kubayê hilweşiyaye û ew dixwaze qencî li xelkê Kubayê bike. li gor gotina Trump gelê Kubayê ji wî alîkarî dixwaze.
Trump wiha got: Ewder (Kuba) hilweşiyaye. Piştî ku karê me bi Komara Îslamî ya Îranê re qediya dê dor bê Kubayê. Her carê ez hez dikim ku karê xwe di carekê de biqedînim."
