Trump: Me hefteyekê destûr da Îranê

04 tîrmeh 2026 10:59

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îran pir dixwaze bi Washingtonê re li hev bike û diyar kir ku hefteyekê destûr dane Tahranê da ku merasîma cinazeya Elî Xamaneyî pêk bînin.

Trump: Me hefteyekê destûr da Îranê

RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump li eyaleta South Dakotayê beşdarî pîrozbahiyên 250emîn salvegera serxwebûna Amerîkayê bû û li vir derbarê Îranê de daxuyanî da.

Trump diyar kir ku Îran gelek hewl dide û pir dixwaze ku bi wan re lihevkirinekê bike û ji bo vê her cure rêbazan diceribîne.

Trump derheqê merasîma cinazeya Elî Xamaneyî yê serkirdeyê olî yê Îranê ku di êrîşa Amerîka û Îsraîlê de hatibû kuştin got: "Me hefteyekê destûr da Îranê da ku merasîma cenazeyê û şînê li dar bixe."