Trump li ser Kubayê operasyonekê difikire

21 hezîran 2026 00:08

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand operasyoneke leşkerî li dijî Kubayê difikirin û dibe ku ev operasyon bibe operasyoneke weke ya li dijî Kubayê hatibû kirin.

Trump li ser Kubayê operasyonekê difikire

RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump beşdarî bernameya "The Axios Show" a Marc Caputo bû.

Trump bilêv kir ku amadekariyê dikin ku li ser rejîma Kubayê bandora xwe zêdetir bikin û ji bo vê yek ji alternatîfên wan operasyoneke leşkerî ye.

Li ser pirsa şêwaza operasyonê Trump Kuba û Îranê da ber hev û wiha bersiv da:

"Cîhê ku behs dikin ji me re gelek nêzîk e. Ji aliyê din tu li Îranê dinêrî ew der gelek dûr e. Çend caran çûm wê herêmê. Venezuela dîsa nêz e lê Kuba bi qasî gaveke."

Trump bal kişand ser erdê Kubayê î wiha got: "Petrola Venezuelayê heye ya Kubayê nîn e lêbelê gelek erdên xweşik û peraveke nûwaze ya Kubayê heye."

Trump qala dem û dîroka operasyonê nekir lê da zanîn ku Wezîrê Karên Derve Marco Rubio ku kurê malbateke koçber a Kubayê ye li ser vê bi awayeke çalak dixebite.