Trump ji bo Wezîrtiya Karên Derve Marco Rubio wek namzet destnîsan kir
PeyamaKurd – Donald Trump ku wek serokomarê Amerîkayê hat hilbijartin, ragihand ku wî senatorê Komarîxwaz Marco Rubio ku bi helwêsta xwe ya hovane li ser mijarên Îran û Çînê û bi nêrînên xwe yên tund ên alîgiriya Îsraîlê tê naskirin, wek namzet ji bo Wezîrê Derve destnîşan kir.
Li gor daxuyaniya fermî ya ekîba Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Trump li ser platforma bi navê Truth Sosyal, Rubio wê di kabîneya nû de li ser kursiya Wezareta Karên Derve rûne.
Bi vî rengî, nûçeyên ku berê di medyaya Amerîkî de belav bûbûn ku Trump wê Rubio destnîşan bike, hate piştrastkirin.
Rubio ku bi helwêstên xwe yên "bazî" bi taybetî li ser Îran û Çînê û piştgiriya xwe ya bihêz ji Îsraîlê re tê naskirin, wek kesekî ku ji sala 2011ê ve di Senatoyê de kar dike û di komîteya têkiliyên derve de kar dike, balê dikişîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin