Trump: Îran dê derbeke mezin bixwe
Serokê Amerîkayê Donald Trump gefek mezin li Îranê xwar û got: "Em dê bi tundî êrîşî wan bikin, hêzên wan Şîe pençeşêrê cîhanê ne. Derbeke mezin dê bixwin." Her wiha Trump ragihand ku operasyona Erebîstana Siûdî û Amerîkayê li dijî hêzên Şîe li Iraqi bi hevkariya hikûmeta Bexdayê pêk hat.
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê aloziyên li Rojhilata Navîn de ji Fox News re axivî.
Trump got ku hêzên Amerîkayê di nav çend deqeyan de bersiv dane êrîşa moşekî ya balîstîk a Îranê, ya ku bi şev li Urdunê leşkerên Amerîkî kiribû hedef. Trump destnîşan kir ku moşekên hatine avêtin berî ku bigihîjin hedefên xwe ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatine astengkirin û diyar kir ku operasyon bi serkeftî hatiye pêkanîn.
"Em dê gelekî bi tundî li wan bixin"
Trump daxuyaniyên tund li dijî Îranê dan û got ku welatê wî dê bi hêz bersiv bide. Trump got: "Em dê gelekî bi tundî li wan bixin. Ew ê derbeyeke giran bixwin. Ew ê bi awayekî baş bên perçiqandin."
Serokê Amerîkayê her wiha diyar kir ku wî li dîmenên operasyoneke pêşwext temaşe kiriye û leşkerên Amerîkî bi parvekirina koordînatên xwe di dema rast de di dema êrîşê de destwerdan bi ser xistine.
"Hêzên Şîe penceşêrê li ser cîhanê ne"
Trump diyar kir ku êrîşên ku şevê li Iraqê ji aliyê Amerîka û Erebistana Siûdî ve li dijî milîsên Şîe yên piştgirê Îranê hatine kirin, bi hevkariya hikûmeta Iraqê hatine organîzekirin.
Trump, hêzên Şîe yên ku Îran li pişt wan e wekî "penceşêrê li ser cîhanê" bi nav kir û diyar kir ku hişyarî û tedbîrên din ên li dijî hêzên wekalet ên Îranê yên li herêmê jî di rojevê de ne.
