Trump: Îran dê îro derbeke giran bixwe
Serokê Amerîkayê gef li Îranê xwar û îşaret bi êrîşeke nû kir û got, "Îro, Îran dê derbeyeke pir giran bixwe."
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyeke ku li ser platforma medyaya civakî ya Truth Social parve kir de, li dijî Îranê zimanekî tund bi kar anî. Trump îdia kir ku Îranê ji cîranên xwe yên li Rojhilata Navîn lêborîn xwestiye û soz daye ku êdî êrîşî wan neke.
‘Îranê ji cîranên xwe lêborîn xwestiye’
Di parvekirina xwe de, Trump diyar kir, "Îran, ku bi xirabî têk çûye, ji cîranên xwe yên li Rojhilata Navîn lêborîn xwestiye û soz daye ku êdî êrîşî wan neke." Trump, ku îdia dikir ku Îran êdî ne "Zordestê Rojhilata Navîn, lê belê windaker e," got ku heke welat teslîm nebe, ew ê di salên pêş de jî wek windaker bimîne.
Gef li Îranê xwar
Serokê Amerîkayê her wiha îşaret bi êrîşeke nû kir û got, "Îro, Îran dê derbeyeke pir giran bixwe." Trump her wiha îdia kir ku hin welatên Rojhilata Navîn spasiya wî kirine û diyar kir ku li dijî hin herêm û komên ku heta niha ji ber reftarên Îranê nebûbûn armanc, tedbîrên tundtir tên nirxandin.
Hejmara miriyan zêde dibe
Di heman demê de, hat ragihandin ku hejmara kesên di pevçûnên li Îranê de hatine kuştin, ku bi êrîşên DYA û Îsraîlê dest pê kirin û niha di roja xwe ya heftemîn de ne, gihîştiye hezar û 332'yan. Serokomarê Îranê Masoud Pezeshkian ji welatên cîran lêborîn xwest û diyar kir ku dê êrîş li ser welatên herêmê nebin.
