Trump: Îran dê bibe wêran

28 hezîran 2026 13:14

Tevî ragihandina agirbestê jî êrîşên li dijî hev ên Amerîka û Îranê didomin. Piştî êrîşên du aliyan Serokê Amerîkayê Trump gef li Îranê xwar û got: "Îran dê bê wêrankirin"

Trump: Îran dê bibe wêran

RûpelNews - Êrîşên berdewam ên di navbera Îran û Amerîkayê de li herêma Kendavê, danûstandinên aştiyê yên ku li gorî peymaneke du hefte berê hatibû îmzekirin tên meşandin, lawaztir kir.

Piştî artêşa Amerîkayê tesîsên moşek û radarê li Îranê bombebaran kir û Serokê Amerîkayê Donald Trump gefa êrîşeke mezin li ser Îranê xwar, Îranê di saetên serê sibê yên îro de êrîş bir ser baregehên Amerîkayê yên li Kuweyt û Behreyneyê.

Pasdarên Îranê ragihandin ku wan wek tolhildana êrîşên dawî yên Amerîkayê, êrîşên mûşekî û dronî birin ser tesîsên Amerîkayê yên li Kuweyt û Behreynê. Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku "heşt tesîsên leşkerî yên Amerîkayê, yên ku li Bingeha Hewayî ya Elî el-Selîm a li Kuweytê û Bingeha Deryayî ya Fîloya 5emîn a li Bendera Selman a li Behreynê bi cih bûne, hatine wêrankirin."

Berpirsekî Amerîkayî ku ji Reutersê re axivî ev êrîş piştrast kirin û destnîşan kir ku li tesîsên Amerîkî zirareke madî ya girîng û ziyana canî çênebû.

Artêşa Kuweytê ragihand ku sîstemên wê yên parastina hewayî wek bersivdayîna êrîşên 'dijminane' yên bi moşek û dronan hatine aktîfkirin, di heman demê de li Behreynê jî sîren lê dan.

Trump gef li Îranê xwar: Em dê tune bikin

Piştî ku Serok Trump bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî gef li Îranê xwar, Îranê êrîş li baregehên Amerîkayê yên li Kuweyt û Behreyneyê kir.

Trump di parvekirineke li ser platforma xwe ya medyaya civakî a Truth Social de,  diyar kir ku Amerîkayê wek bersiv ji bo 'binpêkirina' peymana agirbestê ji aliyê Îranê ve, li tesîsên depokirina mûşek û dronên Îranê û herwiha li sazgehên radara peravê xistiye.

Trump got: "Dibe ku em bigihîjin xalekê ku bi rêbazên leşkerî em dawî li vî karî bînin. Eger ev yek çêbibe, Komara Îslamî ya Îranê dê ji holê rabe!"

Başûrê Îranê hatin bordûmankirin

 

Berî parvekirina Trump, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku roja Şemiyê piştî ku tankerek bi ala Panamayê ji aliyê droneke Îranê ve hatibû hedefgirtin, êrîş li dijî Îranê hatin kirin.

CENTCOMê diyar kir "derfet ji Îranê re hatibû dayîn ku pabendî agirbestê bibe" û destnîşan kir ku bombebaran "bersiveke rasterast bû li dijî êrişkarîya Îranê ya li ser keştiyên bazirganî."

CENTCOMê ragihand ku êrîş li tesîsên çavdêriya leşkerî, ragihandinê, parastina hewayî, û depokirina dronan û danîna mayinan ên Îranê hatin kirin.

Medya Îranê ragihand ku li Sirik û Keşmê li başûrê welêt teqîn hatine bihîstin.