Trump hêj li têkçûna xwe mikur nehatiye û alîgirên wî jî bi çekan derketin qadan
PeyamaKurd – Piştî ragihandina serkeftina namzedê Partiya Demokrat Joe Biden di hilbijartinên seroktiya Amerîkayê de, alîgirên namzedê seroktiyê yê têkçûyî Donald Trump bi çekên giran derketin kolanan û bi alîgirên Biden ên pîrozbahiyê dikin re hatin beramberî hev.
Donald Trump her çiqas Joe Biden bi ferqeke mezin a dengan û delegeyên wîlayetan bi ser ketiye jî hîn li serkeftina Joe Biden a hilbijartinê mikur nehatiye.
Trump bêyî ti delîlekê nîşan bide dibêje,diziya dengan hatiye kirin û diyar dike, ew dê ji aliyê yasayî ve têkoşîna xwe berdewam bike. Herwiha alîgirên wî jî li gelek bajaran derketine qadan û hinek ji wan bi çekên sivik û giran têne beramberî pîrozbahiyên serkeftina Biden.
Li gorî dîmenên medya Amerîkî belav kirine, li bajarên Atlanta, Tallahassee, Austin, Bismarck, Boise û Phoenixê alîgirên Trump ên kesên çekdar jî di nav wan de cî digirin, diruşmên, "Hîn bidawî nebûye’, ‘Diziya dengan hatiye kirin’ û ‘nûçeyên serkeftina Joe Biden nerast in’ diqîrin.
Li aliyê din li gorî medya Amerîkî, zavayê Trump Jared Kushner ku bixwe şêwirmendê wî yê seroktiyê bû jê re gotiye, êdî têkçûna di hilbijartinê de qebûl bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin