Rûsyayê pistgirî da alîgirên Trump: Sîstema hilbijartinê kevn bûye!
PeyamaKurd – Gelek welatan bûyera serdegirtina alîgirên Trump ya Kongreya Amerîkayê wekî bûyerên tirsnak ên dijî demokrasiyê û hilbijartinan pênase kirin.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova jî îro 7ê Çile derbarê protestoyên alîgirên Trump de ku doh bi ser Kongreyê de girtibûn û alozî derxistibûn, daxuyanî da.
Zaxarovaya daxuyaniyeke wisa da ku tê wateya piştevaniya Trump û alîgirên wî.
Zaxarovayê got, “Sîstema hilbijartê ya Amerîkayê kevn bûye û êdî ji ber derfetê dide binpêkirinan, nikare bersiva standardên demokratîk ên hemdem bide.”
Berdevka Wezareta Rûsyayê herwiha hêvî xwest ku “Gelê dost ê Amerîkayê vê rewşa dramatîk bi awayekî layîqê xwe derbas bike.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin