Trump: Hazir im bê sert bi Rûhanî re bicivim

31 tîrmeh 2018 11:20
Trump: Hazir im bê sert bi Rûhanî re bicivim

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew amade ye bê şert digel Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî bicive.

Trump piştî civîna digel Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte daxuyanî da çapemeniyê.

Serokê Amerîkayê diyar ku ji bo kombûna bi Rûhanî re pêşmercekî wî tuneye.

Trump got ew bi serokê Koreya Bakur û yê Rûsyayê re jî civiyaye û eger Rûhanî amade be ew bi xwe amade ye kom bibe.