Trump: Ez dixwazim bi Xamaneyî re bicivim
Serokê Amerîkayê Donald Trump got: "Îran dê baş bibe, ligel Mucteba Xamaneyî hevdîtinekê bikim."
|
Türkçe
RûpelNews - Ligel berdewamiya şer û zêdebûna aloziya li Rojhilata Navîn hewlên hevdîtinê jî tên dayîn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji New York Post re der barê guftûgoyên bi Îranê re axivî. Trump qala egera hevdîtineke xwe ligel rêberê olî yê Îranê Mucteba Xamaneyî kir û wiha got: Îran dê gelek baş bibe, li cihekê ez dê bi Xamaneyî re bicivim."
Trump diyar kir dixwaze bi Xamaneyî re hevdîtinekê pêk bîne û got: "Îranî rêz li wî digirin, min hê ew nas nekir li gor hin gotinan gelek endamên laşê wî kêm in. Ez dixwazim bi her kesî re hevdîtinê bikim. Ez dixwazim bi wî re em werin ba hev. Ihtimalekê em dê li cîhekê bicivin."
