Trump: Gelek baş dibe eger kurd êrîşî Îranê bikin

05 adar 2026 18:45

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîna xwe ya ji Reutersê re diyar kir ku ew piştgiriya êrîşeke ku ji aliyê kurdan dike ku ve li dijî Îranê were kirin.

Trump: Gelek baş dibe eger kurd êrîşî Îranê bikin

RûpelNews - Trump got, "Bi nêrîna min ev tiştekî pir baş e ku ew bixwazin vê yekê bikin, ez bi temamî piştgiriyê didim vê yekê."

Trump li ser pirsa gelo Amerîka dê ji bo êrîşeke wiha piştgiriya hewayî bike an na, wiha bersiv da:

"Ez nikarim vê yekê ji we re bibêjim."

Hevdîtin bi serkirdeyên kurd re pêk anî bû

Trump di dawiya hefteyê de bi telefonê bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re axivî. Piştre jî bi Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) Mistafa Hicrî re jî axivî.

Raporteke platforma nûçeyan a Axiosê diyar kir ku Trump rewşa herî dawî ya li Îranê bi serkirdeyên kurd re gotûbêj kiriye.

Di raporê de hat îdiakirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevdîtineke li Qesra Spî de pêşniyarî Trump kiribû ku divê ew kurdên li Îranê tevlî bike.