Trump: Tenê 3 vebijarkên me hene, dibe ku em navbeynkariya Kurdan û Tirkiyê bikin
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê êrişa Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê ragihand ku sê vebijark li ber destê wan hene û ew dê yekê hilbijêr in.
Serokê Amerîkayê Trump li ser hesaba xwe ya Twitterê derbarê êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê peyamên nû belav kirin. Serokê Amerîkayê got ku niha Tirkiye êrişî Kurdan dike û her du alî ev 200 sal in şerê hevdu dikin.
We defeated 100% of the ISIS Caliphate and no longer have any troops in the area under attack by Turkey, in Syria. We did our job perfectly! Now Turkey is attacking the Kurds, who have been fighting each other for 200 years....
— Donald J. Trump (@realDonaldTrump) October 10, 2019
Trump got, “Me xîlafeta DAIŞê ji sedî sed ji nav bir û li Sûriyê li wê devera di bin êrişa Tirkiyê de leşkerên me tüne ne. Me karê xwe bi awayê herî baş kir. Niha Tirkiye êrişî Kurdan dike ku ev 200 sal in li gel şer dike.”
Herwiha Serokê Amerîkayê got, “Tenê 3 vebijarkên me hene: Bi hezaran leşkeran bişînin û bi awayekî leşkerî serbikevin, bi sizayên aborî bi awayekî tund aboriya Tirkiyê têk bibin, an jî ji bo rêkeftinekê di navbera Tirkiye û Kurdan de navbenykariyê bikin.”
Artêşa Tirkiyê piştî vekîşana hêzên amerîkî, êvara roja Çarşemê, li gel komên çekdar êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê de destpêkirin.
Di encama êrişên Tirkiyê de heya niha hejmareke xelkê sivîl li bajarên cuda yên Rojava ku dikevin ser xeta sînor canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin